diłdarî le hawçeşnî şî’rî tayerbeg

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  822 Dîtin
dîde bê nûrim le dûrît nûrî çawanim were
şehdî wesłî tom dewaye xunçe xendanim were
zor demêke întizarim řoḧ beser gerdit bikem
firsete teşrîf bifermû, ta le meydanim were
ta kemê mawe řemeq, qurban beser weqtim bige
bulbulî řoḧim le perwaze zû be amancim were
nek ecel mołet nedat û dûr le qapîy to bibim
çake zû xo bikem be qurban ey siłîmanim were
sed ke mûrêkî ze’îfim canifdatim dem be dem
ger gunahêkim heye; çawim peşîmanim were
dîde muḧtacî nîgahêkî hîlal û çawî tom
ger le de û çwara nebê wek řojî řexşanim were
xom be ’ebid û muxlîsêkî xasey to ’edid dekem
wa le kem lutfî û kerîmît mat û ḧeyranim were
sa’etê farîẍ le giryan nîm, le dûrî wesłî to
bo ’eyadet çî debê carê be efẍanim were
mołetim nada ecel; tirsim heye meḧrûm bibim
sa kewa bê lazme bo sehu û nisyanim were