duwem: basî bê însafî jin beşûdan

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 11 Xulek  480 Dîtin
daway hawkarî ba le zwan keyn
kemê xirawî xoman beyan keyn
’eşret! wa ewê xwanasîman
şeytan řem eka le nařasîman
heta nezanî tan û poman wê
ebê řiswayî xassey xoman wê
bêhoş û nezan, bêxeber le dîn
tûře û bêtaqet ’aqîbet nebîn
ewne mesxerey hewa û hewesîn
le hemû layê bê qedir û pesîn
keway ’îffetman kêşa we quřda
parêzgarîman be carê fiřda
řefîqî cefa, le sefa dûrîn
be dirozin û be diz meşhûrîn
bê cîhet xwênî yektir emjîn
le ser şeřeseg yektir ekujîn
le hera û qiře meclîsman piře
sułḧ û sefaman şeře û simře
le exlaqî çak tewaw bêberîn
boye payîntir tîrey beşerîn
bo ewe eger bînewe ser hoş
şêwey însanî nekeyn feramoş
be hemû quwe bang ekem lêtan
gwê bigirin edem agehî pêtan
leme zyatir ba newîn be pen
bibîsin qisem le hercê ke hen
birakanî kurd: keyxuda, ře’îs
’eybêkman heye bê endaze pîs
tewawtan le min baştir ezanin
welê bê emrî şeytan natwanin
feřze ke pêtan bêjim aşkira
heta bizanin gişt qewm û bira
jin firoştine be parey bêḧed
be hezar hezar, ne be penca û sed
hetîwê eger bêtu jin bêrê
keyxiwa bo mał teref bênrê
ebê çend hezar neqid bijmêrê
bîkate kîse û ewsa bwêrê
bêjê keyxuda biken hawkarî
eme pûł, biřon bo xwastigarî
dway çen keşmekeş hera û fêł û fen
be naw şîrbayî tałanî eken
her bew meclîse le jin hênanya
lungî gedayî eden we şanya
bo şiře û şatał şîrînî xwardin
zexîre bo mał xezûre nardin
ebê kotî qerz bikate gerdin
pena bo bezaz bo beqał birdin
yek be de, barî qerzî bête ser
boy nedrêtewe ta řojî meḧşer
milî, kotî qerz daybinewênê
xawen qerz ’eyşî lê bişewênê
menził bê çira, sifre bê pêxor
tenûr bê awir, guzeran nacor
bûk bê nefeqe, zawa zwîr bê
xêşayetî wa yaxwa we qîr wê
em le řenicberî ew le lapêjî
necatyan nawê le şyake řêjî
qewmekan pêtan başe karî wa
jyanyan wa wê dû hejarî wa?
tałanî yektir, be naw şîrbayî
meken birakan bese řiswayî
hey dad hey bêdad le bedkarîtan
lem tałanî sext piř xesarîtan
bizanê hemû şîrbayî sênê
xêşayetî wa ’edawet dênê
jinxiwaz ke zanî hîçî nemawe
bê neqid û bê cins xane xirawe
bîr ekatewe le kirdey şûmî
le hemû lawe xefet hucûmî
bo dênê ca çon jin bexêw ekey
le kwê berqilyan le kwê şêw ekey
çon řazî ekey beqał û bezaz
lazmatî mał çilon ekey saz
eger jemê qen ya çayî newê
beynî jin û şû wek xum eşewê
ewê we qiře, we hawird û bird:
quřimsax! netbû emte boçî kird
xanim etorê û eřwa małewmał
aẍaş lem lawe desxałî û betał
ne małî mawe behaney bibřê
ne bałî mawe le dway bifřê
bem core witra şûmî şîrbayî
eyanxate naw deryay gedayî
eger bem core tałan yek nekeyn
em bedbextye kemtir dête beyn
şîrbayî be qewl kes nawê ḧełał
ewê we agir ekewête mał
wayan fermuwe xawen kemałan
bê tefawete şîrbayî û tałan
bo ḧełał bûnî meken fêł û fen
lîbasê tirî weberda meken
mełên şîrbayî nîye em małe
mareyî yekî şer’î û ḧełałe
řase ke marey leser biřawe
małî ze’îfey le řû damawe
emma kes û kar wehay qût eden
ze’îfey mezłûm na’umêd eken
lêy eşarnewe, eynêne kîse
xeberyan nîye ke zułmê pîse
małî mezłûmê wa boçî pamał
eken be naḧeq, pî êjin ḧełał
boçî wa xotan bêxeber eken
zehir her zehre ba pî bêjin qen
ew mareyyey be naw cîhazî
gişt bo xerc eken ba neşbê řazî
be be’zê sabûn gorewî û doxîn
yek dû desmałî zerd û sûr û şîn
firîbî eden baqî be ḧełał
ezanin eyken we binçîney mał
emanem dîwe min be çawî xom
boye bem core le serî eřom
mareyî mîzan şer’ biden qerar
ferqî dewłemen hes legeł hejar
ewne bê wextê jin daway kird şûy
be kemałî meyl we bê girjî řûy
bê nařeḧetî û bê derdî serî
pî bida û zîmmey xoy bika berî
çîye mareyî bew mîzane wê
ta xoşewîsî sed çendane wê
eger le řêgay şerî’et ladeyn
jin û şû şeřyan ekewête beyn
jin daway ḧeqî xoy bika le şû
ke neybê bîda lyan ebê be qû
êjê be şûy xoy jinî namaqûł:
yexet bernadem ya tełaq ya pûł
jin coyay firset ḧeq xoy bisênê
şû le fikiraye jin bixłetênê
bem eḧwałewe le deşt û le mał
legeł yektira tûře û tirş û tał
menził piř ewê le xute û bołe
řojê çêşt bê xwê řojê tir sołe
kewiçk edrê we ser kaseda
kere, mu’ettel le nêw maseda
tecawiz meken le terîqî řas
bê ’edałetî semerî awas
le xwa bitirsin megirin řêgey lar
ba mareyîtan lê newê we mar
boçî le yektir enêno tełe
bo însanane naken mamełe?
desê ya dû des bisenrê lîbas
zor mubareke qibûłe řewas
welê goşware, eşrefî û lîre
gerdin bendî zêř, kirmek, lagîre
jin xwaz emane boçî bisênê
her pêtan xoşe hîçî nemênê?
bo nabût bibê ew lêqewmawe
êwe bin û xwa bo em espawe
cwabim beno epirsim lêtan
bote pałepêj ’eyb nîye pêtan
em gişt behane û bide û dawaye
mayey bedbextî bûk û zawaye
tûy em fesade takey eçênin
xełat be jinxiwaz boçî esênin
dek xełatî wa we mîrat kewê
ya xwa mubarek xełat poş newê
birakan bezmî xene pûłîtan
delîle le ser namaqûłîtan
de’wetî jinan bo lay bûk eken
her bew de’wete xotan sûk eken
çun her jin pûłê bo ḧîfzî şeřef
ebê bixate ser sifrey teref
emin epirsim lew xawen małe
aya ew pûłey le la ḧełałe?
ełbet me’lûme «ẍisb alḧyayhErebî»
wek pûłê bîden be lotî waye
bibin be lotî leber xatir pûł
be teman nawtan bibrê be maqûł?
xirawtir leme desey herzekar
eřjête dałan serban û ḧesar
tarîkayî şew ewê we perde
boyan wa giştyan ewn we cerde
le sûç û pena le bin dîwarda
ya le pişt dirga le řêguzarda
xoyan mat eken bê cûłe û nefes
ta neçîrêkyan bikewête des
wa lew bezmeda bednawî hezar
terkî ken wek merd ba kota bê ’ar
şîrînî xwardin řesmêke bawe
xawen şerî’et îcazey dawe
dway nîkaḧ kirdin meclîsê le pyaw
piřfam û şi’ûr zana û xawen naw
biřazêtewe be şewq û edeb
piř zewq û sefa, piř şadî û tereb
goranîwêjî dengixoşîş eş’ar
bixiwênêtewe ewê we gułzar
ew bezme cwane bo ḧazranî
be nałey def û sozey goranî
welê bew şerte dûr le bîd’et wê
ne têkeł be bas zułf û řûmet wê
eme ke ehlî awayî tewaw
ebê têr bixon le goşt û piław
şayî le jinxiwaz biken we şîwen
ewî heyetî bîxon û bîwen
karî wa şêwey bêkemałane
şîrînî xwardin nîye, tałane
werin ba bêjîn hemû merdane
tif lem qanûne ême hemane
bem řesim û yasa ke başe pêman
hemû mîlletê tif eka lêman
êjin bêne seyr, kurdî namaqûł
jin ke azade eyfiroşin be pûł
le kam ’eşreta bê însafî wa
řewacî heye îlla le kurda
birakan be ’am bên biken yarî
şîrbayî le naw laben yekcarî
tanupoy hewa û hewes metenin
řîşey em zułme le bêx hełkenin
le karî xêra biř û behane
xîlafî qanûn dyanetmane
her ga dû nefer be yek řazî bûn
byanden be yek we bê çend û çûn
ba kem kuř û kiç biken çawbiřkê
serman bişkênin we berde fiřkê
řezay kiçîştan ebê menzûr wê
ba xwêşayetî le ’eybe dûr wê
lem ḧeqîqete gişt kes ḧałîye
karî nařeza berî tałîye
bê řeza afret bo eden we şû
xo exene naw qiře û qaw û qû
le bîrme sałê şexsê bê řeza
lem çen sałeda kiçî be şû da
nîkaḧî kirya û şîrînî xurya
pêşkeşî aẍa û şîrbayî dirya
sibeynê eger řapeřîn le xew
wityan fiłanî hełgîra emşew
bê řezay afret meken karî wa
ba nekewne naw ’eyb û ’arî wa
bo ekewne şon nefis û hewatan
eyken we derdî giran dewatan?
êwe gewretir le pêẍember nîn
bo tênafkirin meger beşer nîn?
bo jin be şûdan peyřewî lew ken
kem řojî qanûn dîntan be şew ken
kesê le meydan go ebate der
ke le emrî ew pa nenêne der
eger řas eken ometî ewn
ebê le karda şonî ew kewn
lameden le xet řasî emrî ew
bo karî xîlaf mebin we pêşřew
bipirsin çilon kiçî da be şû
lem emreda çon mamełey fermû
êmeş ew řêga bigrîne berçaw
hemûman pêda biřoyn wêney pyaw
gwê bigirin le ’erz em gestemare
em xestey peşêw derûn zexmare
bo em řûdawe esef engêze
bo em karesat bê řeḧmî xêze
kuřêk û kiçê meylyan be yek bû
xawen kiç ḧazir bo xêşî nebû
şewê herdûyan řêyan girte ber
ke bê derdî ser bibin be hawser
kes û karî kiç zanyan xeber
kewtine şonyan wêney bay seḧer
kuř derçû welê kiç kewte tełe
awaye semer şûmî mamełe
ew bêçareye be naḧeq tyaçû
le xoşî jyan dinya bêbeş bû
bira jîrekan başe karî wa
zułmî aşkira le hejarî wa?
’alem herase le diłberdî wa
ke ser bikêşê bo namerdî wa?
’elawey emeş hemû ezanin
ewane manî’ kiç be şûdanin
abřûy xoyan wa be bad eden
bê îcazeyan kiçyan şû eken
eřon wêł ewn legeł yaryana
quř eden we çaw kes û karyana
ke waye zûtir byanden beşû
bo xatir beqay ’urze û abřû
em bergîrye piřyetî le ’ar
dîwmane be çaw ta îse sed car
meger nabîsin, gwêtan xinrawe
sałê hezar zoł dête dunyawe
ewî bêşermî û karî laryane
manê’yan şerîk ’eyb û ’aryane
sofî! be diro çaw mequncêne
derwêş! bê ḧał pirç hełmesûřêne
mam ḧacî! tenha mêzerêkî zerd
necatit nada le gêjawî derd
be piştênî sewz seyîd! menaze
we bê karî çak kes lew řêbaze
napeřêtewe naçête ew ber
necatî nawê we bê derdî ser
xelîfe! maqûł be mêzer û řîş
nawî, ta nekey xalîs bo xwa îş
cenabî mela! etoyş em ’eba
bê wer’ û teqwa abřût eba
em peşêwye ke wa le nawda
gîrîn le beynî awir û awda
diłman nasûtê bo hîç zelîlê
yektir ekujîn bê hîç delîlê
le yek aławîn wek jenge sûre
ta xeyał biřwa, aştî dûre
řûxawî dîwar qełay wefaqe
biłêsey awir kûrey nîfaqe
zahîr firîbî ba fiř deyn be ’am
bikewîne şon adabî îslam
lîbasî teqwa bikeyne berman
bo def’î germa wisermay seferman
qanûnî dinya her ke qur’ane
bîgrîn be desto bo em zemane
piř fîtne û fesad, piř le buhtane
piř le cerde û diz piř le şeytane
bew destûrate beřêda biřoyn
firîbî dełał «alxinasErebî» nexoyn
heye zyatir leme xirawî?
kewtûynete naw ser lêşewawî
qanûnî dînman le des berdawe
ta tewqî serman ẍerqî quřawe
çun bedkarîman bê nîhayete
ba des hełgirim lem ḧîkayete
bitirsîn çake le xway bê bak
nek wêney qařûnKes qûtman bida xak
ya be sermana biřêjê be taw
’ezawêkî wa qiřman ka tewaw
«zarîNasnava edebî» bêje em qewme nebîse
ba des hełgirin lem şêwe pîse