çwar honrawey zarî bo kurdewarî

be nawî xuda
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 11 Xulek  911 Dîtin
pêẍemberî îslam fermûyetî: herkes le êwe karêkî nařeway dî ebê bergirî bika, eger be zor neytiwanî be ziban, eger be ziban boy nekira, be dił, we em axreyan bê hêztirîn biřwaye. lem ’esre ḧazreda karî nařewa ke buwe be lafaw û zyadeřewî lewana le endaze derçuwe û buwe be cuz’î mezheb bo qîsmetê le ehlî řozgar ke be zor natwanîn bergirî bikeyn pêwîste bo eday wezîfe be ziban birayanî ayînî agadar keyn kotayî ben be çen karê ke zyadeřewî lewana buwe be hoy naşîrînî adabî îslam. 1.bê îḧtiřamî legeł mizgewtekan 2. bê însafî jin be şûdan 3. řeşbełekî piř le řiswayî û nêr û mê têkřijan 4. tałankirdinî mirdû lêmirdû be nawî serxoşî le xizim û xêşan. em xizmetguzarey xotan bo em çwar metłebe çwar hełbestî honîwetewe nawî nawe «çwar honrawey zarî bo amojgarî kurdewarî» wa pêşkeştan ekat, gwêy lê bigirin.
heweł: bê îḧtiřamî legeł mizgewtekan
şewê tenha bûm, mat û diłişkaw
kirdey xomanim hawirde berçaw
be mîzanî şer’ girtim beranber
sûktir le hewam hate ber nezer
zyatir kirdeman çûn be hewaye
ne be wergirtin le mamostaye
betałe û têkeł xiłtey nezanî
le ḧeq xałîye, piř le şeytanî
le însanyet tewaw çûyne der
be şi’ûr dêwîn, be sûřet beşer
le řîzî ehlî hoşa nemawîn
lem mamełeda zor xełetawîn
řya û fêł û fen naw enîn îxlas
ta meşhûr bibîn be pyawêkî xas
ewî karmane pêçewaneye
řasman gurîsî naw hewaneye
kurdîn, ladêyî, bêçare û nezan
bê xeber le wezi’ mirdin û jyan
be sed nexoşî dînî duçarîn
’îbadet naqîs, ’eqîde larîn
hengawê nanîn berew řizgarî
kewtûynete şon karî bê’arî
dîn le mergaye ẍemî bo naxoyn
be ser bo naw kar nařewa eřoyn
be tîrî gunah dił le sed lawe
zexmare berê nakeyne lawe
welêkin eger serman bête êş
řêgey bêhdarî, gurc egrîne pêş
bo dewa û derzî def’î ser êşe
legeł duktora ekeyn wekêşe
welê bo necat ebed le xeter
baweřman keme be xwa û pêẍember
ḧedîs nabîsîn, ayet najnewîn
nazanim mirdûyn, ya ẍerqî xewîn
bira min kurdim, ladê nişînim
wextê ke wez’î ladê ewînim
dinyam le berçaw weha ewê teng
wîcdan nayełê danîşim bêdeng
řîşey birayî tekan eda pêm
bibîsin ya ne, mecbûrim ełêm
ladê nişînan, birakanî kurd
le beyanatim têbfikirin wird
be çawî bînay hoş lî biřwanin
jêrew jûrî ken heta etwanin
eger seḧîḧe wa lî bigirin gwê
’emelî pê biken, meyxene ber pê
eger ẍełete werî megirin lêm
le cêy aferîn cwên biden pêm
şikatim zore le etwartan
le bed exlaqî û şêwey lartan
êwe têfkirin, hîç xebertan hes
ke musułmanî buwe be hewes
dinya perestî le ḧed derçuwe
dawênî ayîn le des ber buwe
diro û desbiřî û nařasî bawe
ḧełał û ḧeram her nawyan mawe
êjin beher cor nef’ê des kewê
bînêre baxeł pêt ḧeram newê
edeb le ladê serî pêçawe
êse bê şermî edebî nawe
herkes dirozin, lar û desbiř wê
bê ḧeya û fesad, tûře û dem şiř wê
dûřû, dûzban, ehlî kîne wê
bo benay fîtne û şeř binçîne wê
ewe maqûłe û bałanşîne
cêgey baweře û řase û emîne
ewe sed fêłî wa le jêr serda
le ser kursîye, wa le defterda
emma ewane parêzgarin
emîn û be dîn cêy î’tibarin
bê qedir û beha, bê xerîdarin
tełan û le toy xaka pêwarin
emane toxwa ba derçê le beyn
bên ba temaşay şêwey xoman keyn
ewne nefam û eble û meẍrûrîn
ta çaw biř eka le ayîn dûrîn
wa tekman dawe be lay dinyawe
řesmî ayînman lebîr nemawe
le nezanya diłman wa ẍerqe
mizgewt û bazař laman bê ferqe
mizgewtekanman le ta’et xałî
hemûman sergerm şêwey minałî
tekyekan xałî le řyazetkêş
le cezbey sofî û le yahûy derwêş
bê feřş û bermał piř le xakuxoł
be ’adet awa, le ’îbadet çoł
hatuçoy mizgewt bo řezay barî
le ladêkana nema asarî
řoyîn ew deste zeḧmetkêşane
îse salkyan kakłemêşane
hîç ferqî nîye lem zemaneda
xaneqa legeł qawexaneda
mizgewtekanman karwanseraye
cêgey mamełe û qûle û heraye
lebatî wêrdî subiḧ û êware
basî ker û ga û pez û perware
ya basî kewe ya kerwêşke řaw
ya çeştey řêwî, tełe û dane û daw
be şewda cêgey gorewî bazî
ḧîkayetxiwanî û mesxeresazî
zemanê meydan gemey minałe
demê werzişga bo kuř û kałe
lebatî seday xetim û tehlîle
hûşey sîẍar û fîşey sebîle
ewne řewace bazařî diro
gwêgir le mizgewt cêgey nabêto
eger feqîrê bêjê wa nawê
to xwa birakan bêdeng win tawê
eydene ber şax ber tane û teşer
ełên bêdeng we, heste biřo der
me’lûmî nezer ehlî şi’ûre
ke qîbley mizgewt buwe be kûre
mîsalî ke’be le her çwar lawe
xwah be danîştin ya xo be pawe
dewrî lê’eden, gişt řûy tê’eken
ẍerîb û nenas kemtir cê eken
wextî danîştin řûbeřûy kûre
ewê we çeqe, we ḧeçe û lûre
eyken wehera we şeře denûk
hemû dwazde ’îlim, gewre ta biçûk
bê xeber le wezi’ małî xoyanin
xeberî tewaw dinya ezanin
xecałet nabin le diroy bêca
řûbeřûy yektir hełdênin seda
bem şêwe lare natewaweyan
kef ekewête laleẍaweyan
kes ḧałî nawê le qisey hîç kes
gwêgir her kûrey bêçareye û bes
ke be yekdef’e dêne ser basê
seg xawenî xoy esłen nanasê
ne nawî dîne, ne basî îman
ne yadî ta’et, ne basî îḧsan
ne le wacbat ḧerfê epirsîn
ne le mikafat ḧetta etirsîn
ne le îta’ey ḧeq ebeyn nawê
ne da’enîşîn bê hera tawê
fesłî zimistan ke bêkarye
firsetî eday feřzî barîye
leber kiřêwe û zimheřîr newê
eḧedê řêgey mizgewt nakewê
ya le serbanan ya le bin dîwar
gişt da’enîşin betał û bê kar
eẍłeb mizgewtan laşîpan řûxaw
bê çira û bermał, pençere şikaw
teputozawî le xak û xoł piř
całcałûkawî, dar û dîwar şiř
mêḧraw bê îmam, bang wêj nadyar
cema’et bê şon, cum’e bê asar
bo eday emrî dîn bê xerîdar
ewan be deste le ta’et bêzar
diłî ehlî ’esir, weha řeş buwe
zoryan le bîstin ḧeq bêbeş buwe
ewende bêzar le zîkir û do’an
pişt le mizgewt û řû le sîneman
basê le mizgewt nîye le karda
berew sînema gişt wan le ẍarda
sînema awa, bazařî befeř
bo destey nefam herze û ehlî şeř
bilît esênin be dîde û be gyan
bo gwê řagirtin le diro û buhtan
wextî temaşay perde, pyaw û jin
eçne baweş yek, swarî yek ebin
destey cewanan nêr û mê yekser
hemû muşterî karî şerim awer
aşna le gişt kûçe û kołanin
welêkin řêgey mizgewt nazanin
tarîkî hewa poşî řojî dił
bê şermî řewac, dyanet batił
birakan mizgewt cêgey nwêje
kê witî mexsûs piřupûç wêje
ya be fitway kê êwe řêy minał
eden bo mizgewt serfeřş û bermał
lîbas naxawên, qebîḧ û çiłmin
pîs û quřawî, çepeł û çiłkin
bo ebê ewey qiře û hera wê
le ladêkana le mizgewta wê
meger řêgetan nekewtote şar
neçûnete naw mizgewt carubar?
heta bizanin çone îḧtîram
’îbadetxane lelay ehlî fam
ya wa ezanin xway ladê û şar
dwanin hawar, le destan hawar
mizgewtî ladêş ’îbadetgaye
sucdegay merdan ḧeq aşnaye
bînay bo ta’et, bo karî çake
ne bo gałte û gep, karî napake
qabîl îḧtîram, miḧel bo edeb
dîn perweranî ’îbadet tełeb
bo bû be cêgey gałte û bê’arî
’îbadet lewa nema asarî
nazanin xuda çawî wa lêtan
wa bê edebî ’ar nîye pêtan
fayîdey çye piřupûç wêjî
qezay feřz ke, ger ehlî nwêjî
dem bo tuřřehat bo beřełła wê
ba meşẍûł zîkirî «sibḧan alilhErebî» wê
lebatî nawî em û ew birdin
pêtan zerere îstîẍfar kirdin
ziban bo xatir zîkirî xudaye
ne bo ẍeybet û basî bêcaye
be çake wêjî bo neyxeyne kar
pê nekeyn ḧemd û şukirî kirdigar
boçî beřełłay wek gurgî har keyn
bira û aşnay xoy pê zexmar keyn
hatuçoy mizgewt bo řezay xwas
ne bo bê’arî û karî nařewas
małî ta’ete hoştan bibê, hoş
meyken we bazař xerîd û firoş
deng berzo meken le nwêj û zîkira
le herçî êjin biçin be fîkira
bizanin legeł kê le nwêjda
ewêsin, çonin le wituwêjda
bangewaz kirdin bo şitî gum bû
xerîd û firoş, hera û qawqû
neqił û ḧîkayet basî dunyayî
çene dirêjî, swał û gedayî
xwardin û xewtin, bê ’uzrî seḧîḧ
le mizgewtida ḧerame û qebîḧ
’umrî benirxtan meden be heder
le şeqamî řas îslam meçne der
medene destî hewa leẍawtan
hestin bo qezay nwêjî fewtawtan
be dił be ziban xwatan le bîr wê
emeye edeb, bo kesê jîr wê
bên ba hemûman řû bikeyne ḧeq
nefis û hewaman bideyne ber şeq
boçî sertapa ẍerqî dinya bîn
řojê nefesê ba bo xwa bîn
wextî dê mizgewt ewî tya bikirê
daway şahîdî be ḧeq lê bikirê
we bê zyad û kem herçî bizanê
beyanî bika û ḧaşa netwanê?
yanî ha herçî bikirê le mizgewt
eygirê dirûs wêney zebtî sewt
ewî tya bikirê le kar le guftar
be bê zyad û kem gişt eka îzhar
wa çake kemê řû le jîrî keyn
le hełewêjî ciłewgîrî keyn
le adabî çak bêzarî ta key?
şêwey herzeyî û bê ’arî takey?
cewanî řoyî pîrî ewa hat
amadey merge seraser azat
ta heresî merg neynawîte jêr
pişt hełke le şeř, řû bike le xêr
takey des hełgir betałî nawîn
wa twaynewe wek wefrî hawîn
ebê bo ewne hoşman nuqsan wê
mişk û pişkełman lela yeksan wê
bo kewtîne naw em dirk û dałe
be çi hîwayê çîman xeyałe?
guherman boçî da be berdî řeq
tełaman boçî fiř da be naḧeq?
boçî laman da le şeqamî řas
bûyn we serdestey destey alxinasErebî
baweřtan eger nîye be mela
biřon bipirsin herkes le her la
heye fitwayê cêgey biřwa bê
ke mizgewtîş wek karwansera bê?
ya mizgewt cêgey gemey minał wê
dûkanî bezaz, çerçî û beqał wê?
çûnit bo mizgewt bem menzûre wê
piştit le qîble, řût le kûre wê
řojî qyamet be tema newî
naw cema’etî řizgaran kewî
îslam nawêkî mabû le nawda
ewîş yek def’e dira be awda
be řya û diro û desbiřî û larî
şarawe, gûm bû, kewte pêwarî
giştiman ezanîn sałê ne mangê
le eẍłeb dêda nawtirê bangê
cum’e û cema’et, ẍerîb û bênaw
tesbêḧ û tehlîl kem dête berçaw
eme bes nîye bo xirawîman
bo dwakewtûyî û becêmawîman
bikewîne şon hewa û hewesman
le damanî dîn ber bideyn desman
ebê bo nekeyn řeḧmê be xoman
kê eka tîmar, zamî besoman
têkoşin bo kar yeqîntan wa wê
hîç kes bê ’emel necatî nawê
têkoşe bo kar, nefist mebîse
bêkar key ecrî kirduwete kîse
koçî axrî haka hat kake
lade le xiraw řû bike çake
neka le nakaw mirdin bête řêt
«qabiz alarwaḧErebî» dirga bigrê pêt
muddey jyanit eger biřawe
be hîç tedbîrê nayête dwawe
ne bo hatnewey dinya řêge hes
ne bo me’zeret xeta cêge hes
«zarîNasnava edebî» bêje em qewme bê’are
ba des hełgirin lem kare lare