ey le ser textî nebuwet ta ebed to padşay

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  463 Dîtin
ey le ser textî nebuwet ta ebed to padşay
wey le beḧrî aferînişda duřêkî mustefay
řeḧmetî dû ’alemî bo ehlî dû ’alem penay
bo terîqî řasî ḧeqnasî yegane řehnumay
xatemîyet xel’etî toye ke «xitim alanbyaErebî»y
ey be xilqet pêş zatit hîç mewcûdê nekewt
bo meqamî qabî qewseyn ew demey mujdet jinewt
wa be tîjî merkebit lem no semaye ser ekewt
bew hemû şabałewe cibrîl ’aciz ma le řewt
ew ẍułamî pyade bû, to şaswarî enbyay
aftabî zatit ew wexte tilû’î pê dira
beḧrî sawe awî řoçû awrî tê berdira
narî çen sed sałe damird awî qehrî tê kira
qesrî kîsra dirzî bird û bûmelerzey têxra
derdî řûxawî yexey wagirt qet nabê deway
kê le baẍî «qim fanzirErebî»da wekû to musteqîm
ma, heta axir henase bê heras û xof û bîm
řehberêkî mîhrebanî řehnumayêkî řeḧîm
bigre destim bênewam ey saḧîbî lutfî ’emîm
min gunehbar û xecił, to şaf’î řojî cezay
ḧusnî adabî eto te’rîfî bo kes nakirê
ta qyamet şerḧî kemtir ’adetêkit nadrê
’îzzî řuz’efzûnî zatit zînduwe û qet namrê
ber le to řojî qyamet ḧeq tikay kes nagrê
ew meqame ḧeq be toy dawe, eto ehlî tikay
peyřewî kirdin le ẍeyrî dînî to kufre û şeqa
ẍeyrî dînî to ewî dîne betałe û bê beqa
xeste bo çî xo eken ’alem le řêgey naḧeqa
sewz nabê guł le xakî şorî bê mayey řeqa
bêne em baẍe û biken seyrî gułałey diłguşay
řojî řestaxîz bo ’ersey qeza ommet ke dên
çaw le ser tewqî ser û ’aciz le tengî řê û cên
ẍerqî awî xecłet û wêsawî ser’engustî pên
bo xelasî lew meqame çare namênê ełên
merḧemet ke ya «risûł alilhErebî» tikayê to penay
bê wesîley ta’et ey saḧîb wesîle min le řûm
çon hełê ser hełbiřim, qet tabî’î emirit nebûm
name piř me’syet û xałî le ta’et, çare şûm
nefsî emmare û hewa dû dujminin kewtûne dûm
ẍeyrî to damanî kê bigirim eto cêgey řicay
ẍerqî gêjawî gunahim her le pêmo ta be ser
nîme dest awêz ẍeyrî lutfî to pî bême der
menziłî meḧmûd bo toye be ayey mu’teber
bo necatim xwahîşê ey ḧezretî «xîr albişirErebî»
her temennayê bikey lew cêgeda ḧacet řeway
ger le adabit be dîqqet tê bifkirin îns û cin
deste deste pêkewe dû dû yekayek pyaw û jin
bîdene ber řoşnayî ’eqił ta manû ebin
lêk bew şerte le cadey ademîyet derneçin
bê guman îqrar eken ayîneyêkî ḧeq numay
řozgarim serfî dinya kird bê xizmet be dîn
řû be ḧeq nemna hengawê qet wekû ehlî yeqîn
xayen û bê ’îffet, bê ta’et û teqwa, nebîn
çaweřêy eltafî tom ey «riḧimةً lil’almînErebî»
bo nexoşî sext û bê dermanî «zarîNasnava edebî» to şifay