bo negrîm û neřêjim xwênaw le her dû çawim

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  418 Dîtin
bo negrîm û neřêjim xwênaw le her dû çawim
bo şûmî tałey sya, bo bextî natewawim
bo derdî bê ḧesawim
çi bikem ke destî kotam nagate dayenî yar
sed ’erzî ḧałim nûsî nehatewe cwawim
şwênê nîye cwawim
em hemû îstîẍnaye le zatî diłberaye
nařwanê biřwam waye, le ḧałatî şêwawim
xwa çi lêqewmawim
ḧałî derûn peşêwe kûrey awir le nêwe
yanî le şewqî êwe, ser ta qedem sûtawim
serapa hełqirçawim
tawî dił zorî hawird penam sayey serut bird
teqsîrim çî bû? çîm kird awrit bo tê berdawim
bo çî sîne kewawim
ey şahî nazenînan, ey mahî meh cebînan
ey şadî dił ḧezînan řeḧmê be diłî sûtawim
lutfê nekey fewtawim
ey yosfî ken’anî derdedarî tom yanî
be peykanit nazanî le xwênawa ẍełtawim
řîşey ciger biřwam
ẍułamî xakî patan řûy herwa le dergatan
zahîr ke nîm le latan daym lewê wêsawim
ẍayb nîn le berçawim
herşam û seḧergahim yadî toye hemřahim
řeḧimit bibê ey şahim wêł û xane xirawim
şêtim ser lê şêwawim
bestûye destî teqdîr her ’uzum be sed zincîr
çîye tedbîrim ey pîr gîrodeyî gêjawim
keştîm û le ẍerqawim
be her zeřře endamim giriftarî sed zamim
ey kamî dił nakamim bigre destim damawim
le çay ẍema xinkawim
barî xatir girane, be zeḧmetî mezane
be hîmmetî merdane, derêne le pa dawim
firyam kewe nemawim
«zarîNasnava edebî» diłî piř derde hemdemî ahî serde
hawar eka bê perde be tîrî to kujrawim
tîrit le qelbî dawim