bulbulim seyrî gułałey baẍî řuxsarit ekem
Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
2 Xulek
620 Dîtin
bulbulim seyrî gułałey baẍî řuxsarit ekem
dû qisey nask legeł lêwî şekerbarit ekem
bo temaşa hatûm xo meḧwî dîdarit ekem
çawî dił řoşin be şêwe û ḧusnî řeftarit ekem
sîne esper bo mujey bê řeḧim û xunxiwarit ekem
xatirim lew řojewe destî le zulifit ber buwe
dewłetî ’eqłî le des wek mułk hoşî derçuwe
awrî şewqî çirakey kułmî toy têber buwe
wa ezanim çawim êse řoj û şew zulf û řuwe
ser be qurbanî şemî gonay gułnarit ekem
xałit ew řoje ke xasey karebayî pê dira
řîşeyî cergim her ew řoje be tîrit pêkira
dił wekû kûre le şewqit awrêkî têxra
yanî daẍî şewqî ḧusnî tel’etî toy pyanra
wa diłim teslîmî naz û řemzî guftarit ekem
aftabî řûy to dwênê eger goşey nwan
řewneqî bazařî řojî ’alem efrûzî şikan
bo neçîrî dił le řûy nazo be zułifit da tekan
yanî bo tałanî fam û hoşî min hatîte ban
xwênî dił dawa le zulfî muşkî tatarit ekem
dozexî dûrîte mayey şîwen û hawarî min
germe bazařî ẍemit bê seyrî nałey zarî min
pê binêre ser gilêney çawî gewher barî min
gwê bidêre lutfî nezim û sozşî eş’arî min
taç teḧrîrê le şewqî çawî meyxiwarit ekem
dwê îşarey kirdimê qasîd witî ḧazir be, dêt
çawekem řoḧim ewa řaxsitiwe bo feřşî řêt
ser gilêney çawî dinyabînî muştaqane cêt
hey nega azar aga be le birjangim be pêt
çawî «zarîNasnava edebî» çun meqamî serwî gułzarit ekem