nazanê ke mecnûnî çi lawêke diłî min

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  439 Dîtin
nazanê ke mecnûnî çi lawêke diłî min
gîraw û giriftarî çi dawêke diłî min
bêhoş û birîndarî çi çawêke diłî min
’aşiq be wenewşey çi şetawêke diłî min
ya bulbulî kam serwî ser’awêke diłî min
bê tel’etî ew diłbere dił piř le birîne
bew şewqî qed û řûmete wek kûre be tîne
karî şew û řojî hemû her nałe û şîne
bê taqet û bê sebir û perêşan û ḧezîne
biřwane ke ẍerqî çi zûxawêke diłî min
ew şoxe ke lakatewe bem şêwe dił ara
nabînî, meger bêxud û dêwane le şara
nemdîwe wekû perçemî çabuk le şikara
neyhêştuwe bê zexim neçîrê le dyara
ey way ke gîrî çi qulawêke diłî min
pî bêje le toy zułfewe biřwane berupişt
her tar mije sed ’aşiqî bî sebir û diłî kuşt
bo maçê le le’lî lebî sed řoḧe le ser mişt
pencey ke be xwênî diłekey let letî min řişt
qewmîne ’eceb xane xirawêke diłî min
bê piřtewî řût em diłe piř êş û pejare
bêzare le guł ’acze lem baẍ û behare
mayl ne be serwe ne be sêwe ne henare
bê qendî lebit ça be mezaqî wekû jare
perwerde be ’etrî çi guławêke diłî min
şwênî gume beynêke diłey piř xeterî şûm
her cêge ke řêm kewtuwe, her layê eger çûm
cîdden le hemû řêgewe coyayî xeber bûm
herçende epirsim xeberêkî nîye me’lûm
me’lûme le toy zułfe şêwawêke diłî min
lew řojewe dił hełqey ew zułfye cêye
meylî ne be sara ne be şar û ne be dêye
wa bêxude agay, ne le serye ne le pêye
«zarîNasnava edebî» were bînasewe em bêxude kêye
bem pîrîye mestî çi şerawêke diłî min