nazanim diłber boçî leser çî lêm torawe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  463 Dîtin
nazanim diłber boçî leser çî lêm torawe
bo řûy lê wergêřawim berim nakate lawe
qînî le min hestawe
le şewqî gerdin zerdan dił şêwawe û sergerdan
mecnûne wêłî herdan agay le xoy biřawe
şête û hoşî nemawe
hengî dił ałozawe pûrey le zułfî dawe
weḧşe gîrodey dawe ẍerîb penay hênawe
têfkire çon sûtawe
gêsûy wek muşkî tatar eřjête gonay gułnar
le dewrî baẍî řuxsar, řeşmare ḧełqey dawe
pasebane řakşawe
ebê boçî nenałim serapa koy zuxałim
le des çû ḧał û małim çiş le mał, ḧał nemawe
herdûm ledes berdawe
be heway wirde xałan hoşim řoyî be tałan
bûm be şewçerey małan zengim le ’am ziřawe
şîşey nawim şikawe
be şew û řoj nesrewtim her we dûy hewes kewtim
êste ehlî her ḧewtim, heştim le des berdawe
řiswam û řendim nawe
bih awî peşîmanî, eşom gerdî nadanî
însanim, însan zadem çim le xûy şeytan dawe
le řêgem bo ladawe?
bes bo dinya tek û dew, ta key bîrî em û ew?
boçî hełnesim le xew, şewm beyanî dawe
şewî tarim hetawe
bo meydanî mikafat çak û xiraw ke eřwat
bedkarî wek min çi bikat be defterî syawe
be namey piř xetawe
«zarîNasnava edebî» ḧebse le çaha, sed xarî wa le řaha
le jêr barî gunaha wekû goçan çemawe
kewtuwe, ẍerqî quřawe