meke teqsîr ta mawî le zanîn

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  516 Dîtin
meke teqsîr ta mawî le zanîn
ke bê zanîn cismî bê gyanîn
bike biřwa nîye derdêkî piř’êş
le dunyada wekû derdî nezanîn
bedił têkoşe fêrî pîşeyê be
bizane ême bê pîşe ke najîn
çi pîşe? pîşeyêkî abřûmend
ne pîşey nařewa û ziddî ayîn
becê bêłane asarê berê ba
ke her asare baqî ême fanîn
le bêkaran dûrî ke ewane
ke bêkarin le şêwey merd ’arîn
qulit hełke bira hełmałe bazût
ke bê řencê be xawen genc nabîn
berastî têweço larî fiřê de
ewî lare le bedbextî cya nîn
feramoşî meke em honrawe
qisey «zarîNasnava edebî» hemû amojgarîn