werin, swêrû be ney, leqleq be şimşał

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  374 Dîtin
werin, swêrû be ney, leqleq be şimşał
biřazênînewe em cejne emsał
gedem derya ewendem xward ḧesret
le pê kewtim mîsalî espî bê nał
be awazê biken qelbî nexoşim
le xełte û jengî ẍem wêney teła qał
behare cêjnî newroze debê tem
biřo şadî be ser ẍemda bibê zał
mubarek bêt cejnî wa dił ara
le polî lawekanî xawen êqbał
ewa polî gułałe hate gułzar
sipî û sewz û zerd û awî û ał
çirîkey bulbulî şeyda leser çił
diłî laley be carê kirde zuxał
etoş mutrîb be awazî def û ney
diłî mirdûm tozê bênewe ḧał
legeł minda zemane ewne tûşe
zubanî bestûm bo şerḧî eḧwał
bide saqî le awî tał camê
ełên bew tałîye şîrîn ewê ḧał
le gerdin ẍunçedaye destî bulbul
demê řûy maç dekat û def’eyê xał
exwênêto sirûdî ’aşiqane
xeyał û fîkir eka yek def’e pamał
le dewrî şem’î řuxsarî wenewşe
esûtênêt perwane peř û bał
le cejnêkî wehada ḧeyfe şirket
neken şêx û mela û pîr û mindał
ser û destî le mil şimşad daye
be zewqî pêkenîn û řeqis serqał
le wêsanî qinûtaye sinewber
wenewşe feřşî sewzey kirde pamał
serî nawe semen tacî şikofe
wekû ehlî beheştî şad û xoşḧał
nemamanî çemen poşîwyane
le îstebreq ke sendî kot û şeřwał
seba bo řeqis ney dênête cûłe
be sed des heł’esûřênêt desmał
be hoy em cejne tuccarî beharî
le gułzara hełîřêjawe kotał
le çîno hat mişkî nabî pêye
perend û ’eqid û mirwarîd û xirxał
’etir paşî eka şewnim hemû şew
le her kêw û çya û herd û lapał
le baẍa zîwerî bûkî beharî
be xerware be kogaye ne misqał
xeramanêke her serwê be şêwe
wekû şîrîne gułbergî sipî û ał
le seḧnî gułşena polî gułałe
be tesbêḧin hemû sergerm û eşẍał
temaşaçî ełên «alilh akbirErebî»
fîkir sersam lem sun’e û zuban lał
be bê pergar û bê made çi westa
dirûsî kird gułbaẍ û diřu û dał
eger dehre zelîlî qehrî kêye?
eger aw û zemîne kame cencał?
eto netwanî mêşûle dirûs key
be xořayî bexo boçî edey bał
’eqîdey lare larî kird řêget
tirincanîwyete şîw û deře û çał
wekû «zarîNasnava edebî» biłê «alilh waḧdErebî»
ne «kifwaًErebî» hes ne xêzan û ne mindał