beharî diłguşa bû arezûy seyrî gułanim kird

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 3 Xulek  388 Dîtin
herçî dił pî xoş bê her le bîre, sałê le behara le «ḧesen selaranCih» legeł desteyê le řefîqan bu seyaḧet çûyn bo kwêstan be kêwekana ser kewtîn ta çûyne ser «berdî řeş» beynî «cewşen» û «mîk» û «bayncan». le ser ew berde ke menziłman girt û řwanîmane dere û çya û deştekan û befrî xał xał û gijugyay cor be corî cwan guł û xunçe guł, lezetêkî wa wardî diłim bû ke êstaş her dêt û deçê û eda tekan, bew hoyewe mamosay teqdîr em hunrawey tełqîn kirdim, nardim botan, yadgar bê.
beharî diłguşa bû arezûy seyrî gułanim kird
legeł polî řefîqan ’ezmî çûnî kwêstanim kird
le awayî weder kewtîn wêney baz ser kewtîn
leser berdî řeşî «cewşen» temaşay kêwekanim kird
hemû ’abay sewzî qudretî dabû be ser şana
le wêstanî qinûta bûn teqlîdî ewanim kird
minîş hestam û sersamî cemałî deşt û sara bûm
be wirdî seyrî cwanî sun’î xellaqî cîhanim kird
be çawêkim le lale û nergisî şehlam eřwanî
be keyfî xom bew çawem temaşay erẍewanim kird
le mil xwarî wenewşe wa edeb fêr bûm xelîl asa
be weḧdet aşna terkî munacatî butanim kird
seba şaney le zulfî yasemen wixtê kih da ’etrî
be serma hat û te’sîrî le meẍiz û êsqanim kird
be ser qûçî qełada asman kûpey guławî řişt
be dar û berd bînî muşkî nabî ahwanim kird
le nazî susen û neş’ey hewa û pêkenînî hewr
beyarî hoş derkî sed řimûzî ’aşiqanim kird
eger çî derkî tesbîḧatî em ekwane nakiryê
ewey wa kewte gwêy hoşim be «ḧimd alilhErebî» řewanim kird
ewndem cwan û diłber hate berçaw ew kej û kêwe
witim oxey ewa seyrî beheştî cawdanim kird
hewa awî muradî lê eřjya bêguman boye
le ser ew berde derkî suḧbetî «xizirErebî»y zemanim kird
duř efşanî ekird ew řoje hewr û kesbî duřdarî
wekû derya le qetrey awî hewrî duřfişanim kird
çinûr ałoz bû zulfî û kasey lale piř jałe
be xunçey gerdin û ser řût teşbîhî kiçanim kird
le nałey kotir û qaspey kew û awazî zerdîwer
sema’î tar û řûd û berbetî sasanyanim kird
le hajey bałî dał û qîjeyî seqir û çirîkey baz
be xatir yadî cewr û xwên mijî çengîzyanim kird
le řêwas û menê û kaşme û lûşe û şing û pîçek
ne baẍeł bełkû piř bermał û koş û gîrfanim kird
wekû zeytûnî şîwî îmenim dî darî ew kêwe
le şax û bergî wa derkî nîşanî bê nîşanim kird
ḧeyatî dił be awî zîndegî bexşî ebed dawa
le beḧrî řeḧmî bê payanî ḧeyî muste’anim kird
be yarî baẍbanî hoş lem fesłî behareyda
le řûbarî tefekkur awdêrî baẍî gyanim kird
le her berdê le her darê le her ẍunçe le her xarê
ke wirdo bûm keşfî zor esrarî nehanim kird
’eceb zanistigayêke tebî’et ḧeyf dersêkim
nexwênd lewda û nemfamî řefîqî bêdłanim kird
nesîmî subiḧ ey «zarîNasnava edebî» witî pêm kesbî ’ettarî
le bergî nazk û bo xoşî xunçey gułbinanim kird