le xermanî hoşî dam berqî heway dîdarî

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  279 Dîtin
le xermanî hoşî dam berqî heway dîdarî
çûme gułzar û nemdî gułî wêney řuxsarî
diłber meylî nemawe, berim nakate lawe
napirsê lem sûtawe, le ḧałî bê qerarî
sefî temaşay dîdar, buwe be mayey azar
ke perjîne be řeşmar baẍî sêw û henarî
witim lem sewda ladem, em hewa le dił la bem
çî pey pey epêkê dił peykanî nadyarî
eme gunahî çawe kewtûmete em dawe
xuda çi lê qewmawe diłî ẍembarî «zarîNasnava edebî»