ademî to? pêm biłê ya xo perî?

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  313 Dîtin
ademî to? pêm biłê ya xo perî?
wa ewende cwan û zîba peykerî
dił zedey tîrî muḧîbbet bo nebê
to ke bem core letîf û diłberî
zînetî baẍ ey nemamî arezû
ḧeyfe wa bê mîwe û bê sêberî
gerdinî mîna hełêne ba bilûr
nirxî bişkê lî nepirsê mişterî
bo lexo perwane awir berneda?
řamebûre wa be lama serserî
gwê de, em ẍewwasî şewqe çî ełê
ey duřî deryay naz û diłberî
sêwekanî baẍit çen qîmetîn
sendinî mumkîn ewê bo mişterî?!
awřî dawe be xende pî witim
bê beha nabê ke destî bo berî
karî zêw û zeř nîye em mamełe
gyan û ser her dû ebê ba mişterî
«zarîNasnava edebî» namerdî eger lem mamełe
ta ḧeyatit baqîye des hełgirî