amojgarî pyawî tecrebe kar

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  342 Dîtin
amojgarî pyawî tecrebe kar
bigre gwê ey biraderî hoşyar
meke perwerde towî řenc awer
řîşeyê sewz ke, ke bigrê bar
seg le dirgay xawenî xoya
bikewê çake ’aciz û mil xwar
çaweřê bo newazşî aẍay
ke le fezłî bêt berxurdar
bigeřê kûçe kûçe û małe û mał
eydene ber pilarî berd û dar
kuncî tenhayî bigre ey «zarîNasnava edebî»
wa le tenha’ya gułî bê xar