dił bednyawe mebestin, řołey dinya mebin

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  347 Dîtin
dił bednyawe mebestin, řołey dinya mebin
daykêkî bê wefaye baxeł û koşî meçin
piř le şîre zahîren memkî û ewladî qełew
paş çen řojê hemû řût û leř û gerdin keçin
bîstûtane û be dîde dîwtane tabeḧał
řîşey çîha kuřanî xoy derhêna lebin
hoşyaranî hezaran xiste gêjawî firîb
way bo ew deste wa bê tecrebe û nazîrekin
xo biparêzin le hengiwînê ke zehrî qatłe
warsî em pîre mekkare le îrsî bê beşin
her umêdêkî hezaran na’umêdî wa le dû
her wefayêkî hezaran bê wefayî wa lekin
bab û bapîrî hemû kuştin be ḧesret la’eqel
êwe boçî zeřřeyê şewqî le diłda nakujin
bê mubalatî legeł dîna be ḧeddêkî weha
’ame nabînê le şarêka be dînê pyaw û jin
wer’ û teqwa û ḧeya ḧetta nema asaryan
bo temaşay abřû naken, ke bû yekbare win?
xo biparêzin ke parêze wesîle bo necat
toşeyê bo ew heware lem heware hełgirin
her ewendem kird naparêzgarî «zarîNasnava edebî
naheqî seg nagirim ger xo biparêzî le min