diłim, hoşim, xeyałim, talbî yek leḧze dîdarin

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  344 Dîtin
diłim, hoşim, xeyałim, talbî yek leḧze dîdarin
ke bê dîdar her dem hemdemî sed êş û azarin
şeker bê muşterî, bê nirxe qendî mîsir her anê
be xende, le’lî lêwî diłberit sergermî guftarin
nîgahê key ekey çawim le eḧwałî ewaney wa
be nûkî tîrî birjangî syahit sîne zexmarin
be surmey diłberî ew řoje çawî řişt, emin zanîm
be her tîrî mujey cem’ê le herlawe giriftarin
be qanûnî nizaket, şane bo tertîbî zulfî çû
geřawe dî be her tarêkî sed «wamq» giriftarin
le ḧusnî bî nezîr û bê ḧedit wa dête ber çawim
be şewqit nek minî ẍemdîde sedha sîne, piř xarin
nîgahêkim temenna bû le çawî, çawî lê poşîm
xuda ew çawe mestaney le «zarîNasnava edebî» bo çî bêzarin