kîjołe! çawî xałî! gwê bigre lem beyane

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  438 Dîtin
kîjołe! çawî xałî! gwê bigre lem beyane
lenêw ḧesarî hoşa řabgire, ew beyane
lîbasî şerim û ’îffet leber ke ta leber bî
zînet ḧeyaye bo jin, ne zêř û destewane
exlaqî çake poşak, newek ḧerîr û etłes
naçîze, řûte, bergî egerçî pernyane
gerekte wek kiley tûr cêget biçête ser çaw
edeb ke, çun bê edeb sed derdî hawjyane
’eqiłit firîbî dinya nexwat têbfikire
lezatî xot û her xot le xo xeber bizane
kê toy le qetreyê aw hawirde em meqame
nebûy û qudretî ew hênatye em cîhane
fehim û şi’ûr û ’eqił û xeyał û hoşî pê day
çawî bîna û gwê, dem em nutqe, em zibane
bînase bîperiste, mutî’î emrî ew be
xuday cînin û îns û zemîn û asmane
çaw mebře lew şitane ke diłberî jinane
aga be bo xuda be, em mane çun nemane
destûrî dînî pakî îslam, yad bigre
însanî namusłiman, bê pişt û piştîwane
pî xoşe xało «zarîNasnava edebî»t řûsûr û muḧteřem bî
xwahîş eka ’ezîze gwê bigrî em qisane