emşew diłekem piř le ẍeme mate peroşe

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  460 Dîtin
emşew diłekem piř le ẍeme mate peroşe
dûr bê gułekem, ’acze, nasaẍe, nexoşe
dêjin sedeqe bergire bo afet û azar
sed gyan befîday cur’eyê lew çeşmeyî noşe
yařeb neşkê řewneqî bazařî cemałî
ta ahûy saray xuten nafe firoşe
bê ẍunçey pişkûtûy řuxsarî gułistan
biřwane çi bê nałe û feryad û xuroşe
ey badî beyanî were bew nergise bêje
lem bulbule bê taqete ew řûte mepoşe
ew leḧze ke řût lême egerçî şewezeng bê
řojêkî se’adet semerî řoşnî xoşe
ey saknî ser awî beqa hîmmetê, camê,
bo kuştinî em «zarîNasnava edebî»ye bêçare mekoşe