xeyałit awrê bû kewte sîne

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  384 Dîtin
xeyałit awrê bû kewte sîne
henasem îse boye awrîne
witim to bî xuda řasî biłê pêm
be naheq kuştinî ’aşiq çi dîne?
witî bêdeng be ey bêdił menałe
xełatî êwe waweylaye, şîne
mesûtêne witim ey şem serapam
witî eḧwałî perwane bibîne
mepirse çone dił bo dîtnî řût
be gyanit, gyane nezdîkî fiřîne
ekem daway gułzarî wîsałit
le řoḧî pakî sułtanî medîne
tewessul bo meramit «zarîNasnava edebî» bew ke
ke her ew «riḧimةً lil’almînErebî»e