ezanî bo le çaw û dił be xuř xwênaw û xwên eřwa

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  492 Dîtin
ezanî bo le çaw û dił be xuř xwênaw û xwên eřwa
mezaqim tałe, saqî tûřeye canane bê perwa
umêdim bû legeł yaranda wek komełî perwîn
le burcî zîndegîda bê xefet çendê bikem me’wa
felek wek musteşarim ẍedrî lêm kird û muxalîf xwîş
bira wa, kedxiwa wa, yar û yawer wa, birader wa
ewey wa komełey êmey le yek piçřand û řûxanî
xuda bê abřûy ka řûřeşî ka hetkî ka řiswa
milî bişkêt û bimrêt û biřûxê bext û îqbałî
xuda małî be quř bigrê le baẍî ’umrî ber nexwa
şelî ka,şêtî ka,serlêşewawî kat û kwêr û keř
le awî arezûy dinya û qyamet sûřetî neşwa
be pendî ka gulî ka, têk bida bunyad û binçîney
ciłewkêşî nedamet bê şiqa û negbetî lewda
’eqarîb bûn eqarîb qet nebûn em deste wahatin
be mekir û fêł û ḧîle û desbiřî wek mame řêwî wa
xeyanetyan gelê kird em çirûkane xecałet bin
egerçî nakirê bo kes legeł teqdîrda de’wa
şikayet bo bikem quř bo bipêwim yexe bo bidiřim?
xudaherçî muqedder kirdibê, herwa ebê herwa
wefay em şêwemeřgurgane «zarîNasnava edebî»çunke awa bû
tecennub feřze dûrî wacbe lêyan lemebedwa