ya risul alilh meger hawarî min nagate lat

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 2 Xulek  771 Dîtin
ya risul alilhErebî meger hawarî min nagate lat
wa le xizmet towe carê komekêkim bo nehat
dûre bu řeḧmî eto ey «riḧimةً lil’almînErebî»
em geda meḧřûm û bê beş bê le xermanî sexat
wa le beḧrî mîḧneta ẍerqim wesîle bo xelas
hîç şik nabem beferyadim biga îlla tikat
ya risul alilhErebî şefê’im řojî damawî etoy
destî ummêdim ega řojê bedamanî kewat
ya risul alilhErebî çîye carê be çawî merḧemet
bernezer bênî minî bêçare û bê destełat
key řewa bo ẍîretî toye le gêjawî ẍema
min bixinkêm û tikayî to be feryadim negat
çawî bê nûrim be dîdarit minewwer bê çîye?
şehdî guftarit giranî gwêm boçî lanebat?
dermekey ya lêm ebûrî nîme ẍeyrî to pena
řêm edey ya lêm edey her xakî patim xakî pat
to le ’alemda şehenşahî û ême bê newa
to suleymanî, suleymanîy û ême her gedat
çaweřê bo qetreyê hewrê biřîjê lutfî tom
merḧemet ke cur’eyê camê le serçawey ’etat
sengî barî ẍem qedî «zarîNasnava edebî» çemano wek keman
awřêkî lê de ba em bare azarî nedat