le dway mirdinim

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  543 Dîtin
«’elîNasnava edebî» to emrît, hemû kes emrêt
bełam ke mirdî kê cêget egrêt
ew cêgey ke wa hîçkes nayewê
kes be umêdî cêget naxewê
sermayet tenha komełê şî’re
ewîş be lastîk tewawî bisře
ledway mirdinit kê bo to egrî
xozge ettiwanî gwêyan lê bigrî
kuř ełê: bawkim ’emrî dirêj bû!
bêmubalat û zor herzebêj bû
kiç ełê: bawkim destî quçaw bû
beramber ême zor natewaw bû
jin ełê: oxey řizgarim bû min
diłî kirdibûm serapa kun kun
’emrî nemênê her wekû nema
bo ew diłî xom nadem be xema
xuşk ke bo min ’atîfey keme
ewîş bo mergim sard û bêẍeme
newey kuř û kiç xam û minałn
řenge dway mergim nextê binałn
minîş ta mawim biřyarim dawe
xom nekem be tûş xemî dinyawe
ba kesukarim çî ełên bîłên
çi be aşkira ya xo bih nihên
diłim naxeme bendî ẍembarî
bêbak û zor dûr le nalebarî
herçî ke heme mał û deramet
eyxom naykeme sermayey xefet
bo kuř û kiç û jin û kesukar
řoḧim nademe destî řojgar