zewîy şorekat
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
669 Dîtin
zewîy şorekat gułê nařwênê
nabê kes towî têda biçênê
mirov nakes bê be padşaş bê
karî nakesî xoy her enwênê
hetîwî małan şûmî kaselês
qet baweř meke birew bisênê
ew wecaxzadey cinêwfiroşe
wek ferşî diřaw nerxî namênê
jinî dempîsî napak le mała
binaẍey koşkî jîn eřûxênê
minał gelê baş terbye nekirê
dwařojî jînî xoy edořênê
nefam le katî qisekirdinda
diłî gwêgran bêşk eşkênê
pêwîste berg û leşî xawên bê
ewey qur’anî pîroz exwênê
pare sermayey xoşî jyane
mirov bejîrî bekarî bênê
ewey seroke ya karbedeste
nabê qet be fîz xoy helfiřênê
serim suřmawe lem karî çerxe
axo sibeynê çîm beser dênê