cwanperistî

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  493 Dîtin
ewaney her wekû min cwanperistin
be pyałey şerbetî yezdanî mestin
ewaney eçne ke’bey ’eşqî yaran
beřastî xawen berzêtîy hestin
ewaney şwênî mał û pare kewtûn
le goşey jînî pûça řa’ewestin
ewaney dûr le ’eşqî newnîgarin
le dinyay ẍefłetan û xwar û pestin
ewaney xawenî zêř û bîrî berzin
legeł diłdarî hawřazî dirustin
ewaney nagene ’erşî xway ’eşq
hejarin ’aciz û bê qaç û destin
ewaney řû eken bo qesrî dulber
kemer bo ’alemî şadî ebestin
ewaney cwanperistin bo temaşa
hemûy řoḧpak û çak û xoş mebestin