řoḧim ebexşim

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  437 Dîtin
diłim gîr nakem bo taqe yarêk
řoḧim ebexşim be çend hezarêk
herçî ke cwane lem serzemîne
min xoşim ewêt le hemû şarêk
kîjołey modey cwan û řêkupêk
diłyan fiřandûm hemû be carêk
kiçî dêhatî kirasgułnarî
emxate dawî cwanî řuxsarêk
min be diłpakî nek be namerdî
dił pêşkeş ekem be her nîgarêk
eçme deşt û bax her bo dîdenî
şoxanî wiłat, hemû beharêk
xozge der’eçû řoḧî řewanim
her leser řanî dîdexumarêk
ewsa emirdim min be şehîdî
xwa agadare be hemû karêk