qey naka...

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  459 Dîtin
mela ke meylî noşî mey naka
bo minî tê ke bo ew qey naka
boy tê ke bo ew bamê û qubułî
sed parû exwa yek oxey naka
’aşiq ke maçî yarî des kewê
arezûy text û tacî key naka
dilê bexşer samî le diłda nîye
xencerî lê dey ay û wey naka
qet diłişkawî destî diłdarî
ḧez le sentûr û saz û ney naka
sofî yarî dî leřêy xaneqa
dest û pêy şika ḧay û ḧey naka
herçî řêy kewte ke’bey xway ’eşq
řêbazî sefa û merwetey naka