ewey emřo nizîke...

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  429 Dîtin
ewey emřo le to herdem nizîke
wekû zanîwme napake derî ke
hemû yaran be carê lêy bedaxin
letek namerd û bedkaran şerîke
nekey biřwa be «xenfûs»y dirozin
le baxî lawîya xam û ferîke
ke emřo dił be to da hîçe bêşk
sibey bo ẍeyrî toye û lêt terîke
minim diłsozî çał û řasteqînet
dil û řoḧim hemîşe lat xerîke