fîda bê řoḧekem

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  437 Dîtin
be qurbanî dem û kułmî geşt bim
be qurbanî biro û pirçî řeşt bim
fîda bê řoḧekem bo naz û řazit
be qurbanî minałî baweşt bim
be tom bexşîwe gişt saman û gyanim
be qurbanî hemû gyan û leşt bim
be pîrozî geyşitye hejde sałî
be qurbanî jyanî sê şeşt bim
be naḧezman edey maçî dem û lêw
minîş bêbeş be qurbanî beşt bim
be lence têpeřit fermû be lama
fîda û be qurbanî řewt û lenceşt bim
le cwanîda nîye wênet le çerxa
be qurbanî cwanîy bêẍeşt bim