ey ew cwaney!

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  488 Dîtin
ey ew cwaney ke etperistim!
be yadî ’eşqî kułmî to mestim
to xway cwanîy ’erş û zemînî
qet diro naka min hoş û hestim
dême lat be şew her bo dîdenî
pak û xawêne ẍaye û mebestim
eçme ewpeřî xoşî bêguman
ger destî nerimit bixeyte destim
bo ewey herdem leber çawim bî
lew asmane keprêk ebestim
ew kate ke wa dûr ebî le min
jînim her jane sersam û pestim
wek marî ejder naḧezî napak
dûr le gyanî to em diłey gestim
ger to bifermûy biçore dozex
lejêr fermanî toda ewestim
yezdan betenya tom bo bihêłê
be qurbanit bê gişt hest û nestim