řabûrdî be lama....

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  434 Dîtin
ke řabûrdî be lama şew be lence
diłim zû kewte lêdan wek kemençe
le goşey pencerey koşkî bilûra
diłim der ke be nînok û be pence
ke daway maçî lêwî ałî tom kird
be qurbanî demit bim lêm meřence
egerçî sałî jînim êste zore
diłim bexwa bequrban cwan û gence
le asmanî xeyała zor fiřîwim
geyştûme wiłatî fars û tence