nemdî şêwey to

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  505 Dîtin
emşew min çûme řez û baxewe
nemdî şêwey to zor bedaxewe
bulbul eynałan be coş û xiroş
qumrî egrya bedem axewe
temaşam ekird be řast û çepa
şu’leyek derkewt leser şaxewe
witim: ya mange ya estêreye
ewîş hatuwe be soraxewe
bełam ew şu’le řûy nîgarim bû
teşrîfî hêna le leylaxewe
gyanî xistime şadî be corêk
çûm berew pîrîy be demaxewe
bełam newnîgar řûy tê nekirdim
zû geřamewe be dem daxewe