demeteqê: witim - witî

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 2 Xulek  599 Dîtin
şêx pêy witim diroznî
witim: to naḧezî minî
qisey naḧez nirxî nîye
wekû xiłtey sûtemenî
***
mela witî: ḧeq binase
xełkî le to zor herase
witim: zor başî enasim
lade to lem qise û base
***
şa’îr witî: kwa berhemit
bo xoşxiwanî nîye ẍemit
witim: şî’ir kifte nîye
bo «şêw» bîxeme berdemit
***
ḧacî witî bêre dûkan
bom binûse ḧîsabekan
witim: ḧîsabî naḧîsab
nanûsrê be min qurban
***
aẍa witî wecaẍzadem
herçende bêfîz û sadem
witim: cyawazîy pê nawî
gişt eçînewe ser adem
***
xêzan witî: pare bêne
bo şilêm û bo tirxêne
witim: giştî ba û bijeye
be ba sikim me’awsêne
***
kîjołekem witî: babe
ew kiławey serit labe
witim: serim řûtaweye
be serma ḧałim xerape
***
serxoş witî: diłim xoşe
maddey êwe hemûy boşe
witim: waye eme bełam
şeř bem ’aleme mefroşe
***
kwêxa witî: min serokim
hîçkes nagrê berokim
witim: řaste eger wehay
řameçene min ekokim
***
berber witî: pyawî başim
min be herzan ser etaşim
witim: sermayeket awe
mefermû westa belaşim
***
kirêkarî hejar witî:
min ejîm zor besexłetî
witim: biram xwa gewreye
řizgarit ka le negbetî
***
řûy tê kirdim kak teqawît
witî: boçî le min nadûyt?
witim: minîş hawderdî tom
ke wa kûlemergî ejît
***
welî witî: lemeḧşera
ḧeşir nabim legeł kera
witim: nabme hawdemit
çunke min wam le seqera
***
meyxaneçî witî: emin
mey edem be wird û mezin
witim: eger bê pare bê
minîş ebim be řimûzin
***
diroznîş witî: erê
mang le derya dête derê
witim: eme karî ’eqłe
ḧel nabê be hemû kerê
***
gyanim witî: min der’eçim
bo dunyay bêxeber eçim
witim: biřo xwat legeł
wa payze û beser eçim