bêbakî

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  569 Dîtin
ger dinya hemûy yekser birûske û berq û agir bê
çiłê pûşim nîye tirsim hebê min agirî tê ber bê
eger gerdûn be gerdulûlewe xakî be ba biřwa
le tan û poy jyanim napçiřê bêşubhe yek hewda
bełam hestî mirovîm bo kesanî tir le coşaye
diłî min bo hejarane ke cûłan û xiroşaye
hezar eflamî komîdya leser şano nîşan bidrê
ke ẍem goşey diłî girtim le lêwim xende nabînrê
nîye bakim le napakê ke wa çakî be lada ka
xirapey bo hemû kes bê ke wa samałî peyda ka