gyanî em qewme

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  887 Dîtin
demêke gyanî em qewme piřûkawe le azara
bełam şêrane řû nada be azar û bebê zara
beçalakî bedłipakî xebatî kirduwe herdem
ledeşt û şax û řûbara le dêhata lenaw şara
beramber agir û lafawî zeḧmet neybuwe bakî
bemerdaneş ke westawe le řûy napak û bedkara
ewey haşe û fişey zore le dîwaxan û çaxane
umêdî pê meke biřwa benaw berd û benaw dara
be kurdî tê mege herkes leřêy em xake pîroze
wekû kaweKes fîdakarîy nebê herdem le kirdara