mede peyman

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  637 Dîtin
mede peymanî çake to be naçak
umêdî pakî çon ekirê le napak
leřêy namerdîya gewher bedes bê
nîye ferqî lelay merdan legeł xak
legeł xa’în neřoy hergîz be řêda
be wêney seg ke her etbatewe ser lak
tebî’î ger nebê şadî le diłda
çîye nirxî ger destî xey be tilyak
eger dûr bî le xizim û dostî bêfeř
ejît bo xot gelit bêřenc û bêbak