qisey ḧeq
Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
1 Xulek
1164 Dîtin
le paye û sayey małî namerda
mirovî zana naḧesêtewe
wek gułî lale le daruberda
hetahetaye nageşêtewe
pyawî tirsinok le řê û seferda
dilêrîy qet lê naweşêtewe
nexoş le katî azar û derda
diłî be hîç şit nakirêtewe
ewey ke pîşey pîs û napake
berhemî çake nabeşêtewe