wiłatperwerî

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  609 Dîtin
gyanê le řêgey wiłat û gela
be fîda nebê bênirx û peste
diłê le xoşîy hoz û komeła
xiroşî nebê sûk û bêheste
***
wiłatperwerî be haşey belaş
ya be hawarî diro delese
pêy naxełetê qet mirovî baş
ewey dûy kewê pûç û nakese
***
serim suřmawe le hendê kesan
ke lejêr perdey wiłatperwerî
bedes ehênin serwet û saman
le paşa le gel ebin bêberî
***
ewey bo wiłat be çak û pakî
ke tê nekoşê pest û řîswaye
ser fîda neka zor beçalakî
bergî namerdîy zor pê řewaye