lem şare nîm

Li pirtûka:
Berhemî Xawên
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  690 Dîtin
xełqî em şarem bełam wa tê egem lem şare nîm
çunke kirdarêk ebînim yarî em kirdare nîm
pare parem ken le řêgey řast û ḧeq wernageřêm
nokerî nakem lebo kes bitperistî pare nîm
yarî azadîm û qet pêm naxeme kote û kemend
ẍeyrî diłsozî hejar û kemdes û bêçare nîm
gwê le zořnay nagirim pyawî le řêga wergeřaw
ya firîw naxom be peymanî diro petyare nîm