peymanî diłdarî

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  356 Dîtin
peymanî pê dam legeł peymane
xway diłdarî karî pêmane
mîwem bo hêna henar û gêlas
ke em mîwane her bo mîwane
mîwanekeyşim ezanî kêye
yare cwanekey aramî gyane
çende pêm xoş bû ke pêmî fermû
em ’aşiqey min zor beszimane
witim gyanekem ebme qurbanit
witî xêra ke sibey qurbane
dił wek şûşeye eşkê ba bişkê
’eşqî tya nebê heqî şikane
diłdar ezanê taqe awatim
lejêr sayey ew xoşîy jyane