emřo

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  285 Dîtin
ełên diłdarekem giryawe emřo
ke dayke şêtekey lêy dawe emřo
ke bîstim waye têk çû hoş û hestim
ser û gyan û diłim şêwawe emřo
eger bonî biken wa boçrûke
diłî ẍembarî min û sûtawe emřo
le daxî diłişkawîy şoxî şîrîn
firîştey ’erşî ḧeq damawe emřo
le cyatîy mał û saman û deramet
xuda derd û ẍemî pêm dawe emřo