qurban

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  274 Dîtin
ke min hatim eto řoyştî qurban
jyanim bû be tałî giştî qurban
hemû taławî naxoşî zemane
lerêy diłdarîya dił çeştî qurban
be ẍemzey çaweket fewtawe gyanim
keçî fermût «’elîNasnava edebî» kê kuştî qurban
ewa hatin be carê gyanfîdakan
weha bêbak çîye danîştî qurban
witim guł pêşkeşt kem dîm ke gułşen
hemû tenrawe pêş û piştî qurban
eger meylî heye bo seyrî derya
ekem amade botan keştî qurban
umêdim waye hełka yek şiney xoş
to dawaxwazî bakey weştî qurban
be lay êmey hejara têpeřn sa
eger diłxiwazî seyr û geştî qurban
le meyxaney fereḧ êwe lewê bûn
şerabî şûşekem kê řiştî qurban
weha xêra eřoy bê tirs û westan
meger to mamzî ser deştî qurban