perîşêwe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  306 Dîtin
perîzadî perîşêwey perîřeng
le dewrî řûy gułit min bûmete heng
serim suřmawe katê to ebînim
elerzim hem zubanîşim ebê leng
qise û xende û temaşa û řaz û nazit
zemawendê exate naw diłî teng
be destî naskit cergim derdênî
gelêk namerdîye ger min bikem deng
eger dûr bim le to ḧałim xirape
debengim çeşnî mestî ’areq û beng
le gułzara ke to wek ḧorî hestay
firîştey asman kewtûne aheng