wa hatûme lat

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  248 Dîtin
wa hatûme lat zor be şermewe
zor be hestêkî xoş û germewe
tikat lê bikem bipařêmewe
zor behêwaşî zor be nermewe
bełkû ew diłey ke lêt sitandûm
pêm bideytewe diłim bermewe
çunke min bê dił esûřêmewe
ẍem pałî nawe be cigermewe
tuxwa em careş bigre tikay min
zor lutif û çaket wa besermewe
ebim be koylet leber qapîya
heta emxene textey nermewe