şikawe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  293 Dîtin
çiray řûnakî diłşadîm şikawe
çiroy gułzarî azadîm şikawe
hîway diłdarîy jînim le dest çû
ke nêşey tîjî ferhadîm şikawe
tikam nagate lay serdarî şoxan
umêdî dad û bêdadîm şikawe
le yadim derneçû meylit bequrban
tenûrî germî kemyadîm şikawe
leber azarî gyan û janî jînim
xeyałî xałî bîcadîm şikawe
nema awatî jînî kameranî
suraḧîy badekey nadîm şikawe