diłî yar

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  316 Dîtin
diłî ew yare xwaye zû nerim bê
leřêy diłdarîya hestî germ bê
be lama têpeřîy ḧałim bipirsê
serî xoy danepoşê bêşerim bê
le řazî em derûnem pê bizanê
diłim pê dawe dost û dulberim bê
le meydanî neberdî ’eşq û jîna
gerekme ew nîgare řaberim bê
eger bê bibme şay em ser zemîne
ebê ew yare her tacî serim bê