hîwa

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1099 Dîtin
’umrekem barîk û kurte, arezûm pan û dirêj
fîkirekem fîkirî edîbe û sûretîşim gêj û wêj
awî lafawî xeyałim, hênde saf û řoşne
awyarî xoy eka, bê ferqe lay hewraz û lêj
bê temaşa ke le kurda, da’epoşê şî’rî min
pijder û goran û soran, cafetî û şîrwan û gêj
ger le nuktey xamekem dîqet bikey, îqrar ekey
ser be ser yaqûtî sûre û şewçiraẍî şu’leřêj
şexis wextî ’alme, ’alim be her eşya bibê
bê sewad wa tê ega, zanîn hemû desniwêje û nwêj
qani’aNasnava edebî munkîr eger fîkirî kulî amade ka
bêne der têẍî zimanit her wekû şimşêrî tîj