řwałet bînî

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  975 Dîtin
’aciz mebe hergîz le çepî çerxî abnûs
giştî be destî ferde meqamat û çarenûs
«barî» ke meylî hes, be xirap bûnî memleket
espabî zahrîye urdûy turk û řûs
aya le ḧał û ḧukmî suleyman şarezay?
yaxud le wez’yat û le e’malî feyleqûs
gişt mest û matî xakin û bê des le her xîtab
ne pare kar ekat û ne zimanî çaplûs
key merhemî ceřaḧetî zorabe turkistan
řostem çi sûdî dî, le şica’atî gîw û tûs?
naḧeq nîsar eka dił û řoḧî esîrî îşq
najî be bîmî xełk, sefayî kenar û bûs
ya şî’rî qani’îNasnava edebî çi tene’um be qani’î
çon bê řewace lelay biraderanî lûs û pûs