diłim şikawe

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  443 Dîtin
diłim şikawe diłim şikawe
diłim be destî gułim şikawe
embînê ke wa lat û lawazim
le baẍî jîna çiłim şikawe
***
le tîrî taney nakes herasim
boye hemîşe debeng û kasim
çawim her şêwey nîgar ebînê
her ew ẍayeme her ew enasim
***
emewê diłî şikawim be mey
ya be awazî diłřifênî ney
bikem sařêj û le bîr bermewe
cewrî zeman û ah û pejarey
***
bełam hîwakem eřwa be hewa
her wekû ahî hetîw le şewa
herwa emênim bem jîne peste
‏bêhoş bê’umêd bêkes bênewa