beřêkewt

Li pirtûka:
Çepkê Guɫ û Xunçe
Berhema:
Elî Arif Axa (1910-1996)
 1 Xulek  347 Dîtin
eger řêt kewte yaney min beřêkewt
ełêm oxey ke dêwî negbetî xewt
le diłma zore hoy řencî hejarî
ke têpeř bûn le e’dadî şeş û ḧewt
leber tîr û twancî xizim û xełqî
le dîndarî nîye ger biçme mizgewt
le jîn bêzare dyare piř cexare
ewey ber da le gyanî agir û newt
ewaney tê ekoşin bo xirape
xway ’alem byanka zû be zû fewt
le azar û le bêzarîy jyanda
diłim xozge se’at û katê esrewt
serim lê têk çuwe kas û herasim
le bîrim çotewe tařoyn û řewt
leber nałey tirîşqe û berqî mîḧnet
be wêney canewer řûm kirde eşkewt