milwênkî girêy dił

Li pirtûka:
Baxçey Kurdistan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  732 Dîtin
wa serim dûbare gerdulûl eka bo derdî ser
lay neda tawê leser derdîserî û gêjî xeter
bo muqdemey xeyałî wesłî řoḧim der ekem
’ezmî hênde cezme ḧakim, xoy weha bû be çeper
nûkî mujganî emende xwênî cergî çeştuwe
sił eka emřo le sûrîy sûrhełałî ber kemer
ca, ke wa bû her zemanê tîrî ’îşwey xiste kar
dabřejîn eşkî xwênîn, çake bo def’î zerer
cumle musteẍnî le ’îşqin, boye gwê naden be xem
nergis û seru û sinewber, sosen û nesrînî teř
bendî cergim bo dezû, ’uqdey diłim bo denkekey
bo jimarey fîrqetî dulber le şew her ta seḧer
qani’aNasnava edebî girpey diłit wa agirî ber da qełem
derdî dił emca be çî îzhar ekey xakit be ser